Welîd Muelim: Komîta Qanûna Bingehîn a Sûriyê divê dûr ji mudaxilên biyaniyan be
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê teqez kir:Xebata Komîta Qanûna Bingehîn a Sûriyê yê di roja 30 Cotmehê de destpê bibe û divê hemî endamên vê komîtê li xwe mukir bên ku Sûriye xwediyê hikûmet û hakimiyeteka serbixwe ye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muelim li gotûbêja bi kanala El-Sûriyê re destnîşan kir: Komîta Qanûna Bingehîn a Sûriyê destkevta civîna gotûbêja neteweyî ya Sûriyê ye ku di Çilla 2018`an de li bajarê Soçiyê hat lidarxistin.
El-Muelim got: Muzakirên bo avakirina Komîta Qanûna Bingehîn a Sûriyê 18 mehan kêşa ji ber ku hin û zext û zor ser şandiyê taybet ê Rêxistina Neteweyên yekbûyî hebûn ku li pêvajoya pêkanîna wê berbendan çê bikin.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê destnîşan kir: Sûriye dijberê her cure mudaxilên biyaniyan li xebata komîta qanûna bingehîn e û dîkteyên biyaniyan an cedwela demê bo xebata wê dê qebûl neke. Azadkirina axa Sûriyê ji lepên terorîzmê û biyaniyan, erkeka neteweyî ye.
Vî berpirsê sûrî bal kişand ser vê yekê ku gotinên mîna ``qanûna bingehîn ya amade`` meseleyek e ku nayê qebûlkirin û teqez kir: Komîta qanûna bingehîn berpirsê hilkolandin û denggirtina ser hemî naveroka qanûna bingehîn e.
Wî bal kişamnd ser vê yekê ku hevgavê pêvajoya hilkolandina qanûna bingehîn, rawstana li ber terorîzmê û mayîna neqanûnî ya biyaniyan li Sûriyê didomin û destnîşan kir: Berpisrên sûrî her tim raghandine ku rawestana li ber terorzîmê mafê dewleta Sûriyê ye.