HSD ji sînorê Girê Sipî paşve kişiya
Di çarçova kiryarên bona pêkanîna Navçeya Ewleh li rojhilata çemê Firatê, Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) hevrê digel çekên xwe yên giran ji sînorê Girê Sipiyê derketin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Li gorî lêzanînên bidestketî ji Konseya Leşkerî ya Girê Sipî, Di çarçova kiryarên bona pêkanîna Navçeya Ewleh li rojhilata çemê Firatê, Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) hevrê digel çekên xwe yên giran ji sînorê Girê Sipiyê derketin..
Xelîl Helfo fermandarê HSDê di gotûbêja bi HAWAR Newsê ra got: Di çarçova lihevkirinên sêalî navbera Azmerîka-Tirkiye û HSDê, dawîn qonaxa mêkanîzma dabînkirina ewlehiya Navçeya Ewleh li rojhilata Çemê Firatê jî ketiye operasiyonê û şervanên HSDê bi çavdêriya hêzên Amerîkayê baregeh û nuxteyên xwe yên leşkerî li derdora gundê Nîs Til heta Girê Sipî xera kirine û ji vê navçeyê heta 5 kîlomitirya sînorê Tirkiyê paşve kişiyane.
Fermandarê Konseya Leşkerî ya Girê Sipî qala radestkirina vê navçeyê bo hêzên parêzvanê sînor kiriye.