MSD‘ê komxebata çaremîn li derveyî welat li dar dixe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308535-msd_ê_komxebata_çaremîn_li_derveyî_welat_li_dar_dixe
MSD‘ê di çarçoveya xebatên xwe yên li derveyî welat ên bi armanca lidarxistina kongreya netewî ya opozîsyona Sûriyê de li bajarê Bochum(Boxum) ê Almanyayê komxebata xwe ya çaremîn li dar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2019 15:00 Asia/Tehran
  • MSD‘ê komxebata çaremîn li derveyî welat li dar dixe

MSD‘ê di çarçoveya xebatên xwe yên li derveyî welat ên bi armanca lidarxistina kongreya netewî ya opozîsyona Sûriyê de li bajarê Bochum(Boxum) ê Almanyayê komxebata xwe ya çaremîn li dar xist.

Li gor Hawar Newsê, Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) bi beşdarbûna 20 kesayetên siyasî, çandî û civakî yên opozîsyonê yên li derveyî welat, di nav de çalakvan û hiqûqnas komxebata çaremîn li bajarê Bochum ê Almanyayê li dar dixe.

Hevserokê MSDê Riyad Derar di axaftinekê da tevî amajeya bi vê dora gotûbêjan, got: Me dil heye da ku bi pêkanîna gotûbêjê bi hemî komên dijber ên Dêmokratîk ra ku baweriya wan bi gotûbêjê heye, jibo rêkara siyasî ya qeyrana Sûriyê li hev bikin.

Di vê civînê ku dê bi qasî du rojan berdewam be, MSDê dê tecrube û ezmûnên xwe derbarê rêberiya xweser a bakur û rojhilata Sûriyê û miajrên cûrbicûr ji wan gotûbêjên navxweyî li Sûriyê û damezirandina Kongreya Neteweyî li nav Sûriyê hilêxîne.

Hêjayî gotinê ye ku beriya vêya jî Meclîsa Dêmokratîk a Sûriyê (MSD) li Bêrlîn, Parîs û Viyenê komxebatên gotûbêjê digel nûnerên komên cûrbicûr li Sûriyê li dar xistibû.