Hevpeymanan 150 barhilgirên leşkerî şandin navçeyên HSDê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308516-hevpeymanan_150_barhilgirên_leşkerî_şandin_navçeyên_hsdê
Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê, 150 barhilgir alîkariyên leşkerî derbasî navçeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2019 08:33 Asia/Tehran
  • Hevpeymanan 150 barhilgirên leşkerî şandin navçeyên HSDê

Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê, 150 barhilgir alîkariyên leşkerî derbasî navçeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî 150 barhilgirên nû yên alîkariyên leşkerî û lojestîk derbasî navçeyên HSDê li rojhilatê Firatê kirin.

Şandina van alîkariyên leşkerî û lojestîk ji hêzên HSDê re di demekê de ye, Tirkiyê û Amerîka li ser pêkanîna herêma ewle li bakura Sûriyê û rojhilata Firatê li hev kirine û çend gerên hevbeş ên esmanî bo çavdêriyê gundewarên Girê Sipî encam dan.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê ji destê DAIŞê di 23ê Adara bûrî de û ta niha Hevpeymaniya Navdewletî 28 karwan alîkerên leşkerî ku ji zêdetir ji 3500 barhilgir pêk tê derbasî navçeyên HSDê kirine.