Helwêsta Gotêrêş li bara lihevkirina ser komîta qanûna bingehîn a Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308418-helwêsta_gotêrêş_li_bara_lihevkirina_ser_komîta_qanûna_bingehîn_a_sûriyê
Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî raghand aliyên sûrî û vê rêxistinêli bara nijyara komîta qanûna bingehîn bona amdekirina qanûna bingehîna a nû bo Sûriyê li hev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2019 13:26 Asia/Tehran
  •  Helwêsta Gotêrêş li bara lihevkirina ser komîta qanûna bingehîn a Sûriyê

Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî raghand aliyên sûrî û vê rêxistinêli bara nijyara komîta qanûna bingehîn bona amdekirina qanûna bingehîna a nû bo Sûriyê li hev kirin.

 Li gorî rapora France Press`ê, Antonyo Gotêrêş,sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja çarşemiyê got: Niha navbera her du aliyan li Sûriyê li bara  nijyara komîta qanûna bingehîn hevhatinek heye û Giyêr Pêdêrson nunerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê bi van aliyan re rewşa hevhatinê dawî dike.

Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî her wiha got hêvîdar eva qonaxeke pir giring be bo xweşkirina rewşê bo çareserkirina  siyasî ya qeyrana Sûriyê.

 Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  ji çend mehan berî niha ve  jibo damezirandina komîta qanûna bingehîn a Sûriyê hewl dide ku qirar e ji 150 kes ji wan 50 kes bi bijartina dewletê, 50 kes bi bijartina dijberên çekdar û 50 kes  bo bijartina NY pêk were.

Xêncî viya, dewleta Sûriyê û dijber divê li bara şêwazên  kiryara qanûna bingehîn li hev bikin.