Mafnasê Kurd ê sûrî: 5 hezar kes li Efrînê hatine revandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308283-mafnasê_kurd_ê_sûrî_5_hezar_kes_li_efrînê_hatine_revandinê
Mafnasekî Kurd ê sûrî got: Rapora Komîteya Pêderxistina Rastîyan a NY derbarê binpêkirina mafên mirovan ji alîyê Tirkîyê û têrorîstên li Efrînê de garantîya wê ya berçavgirtin û cihanînê tineye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2019 10:44 Asia/Tehran
  • Mafnasê Kurd ê sûrî: 5 hezar kes li Efrînê hatine revandinê

Mafnasekî Kurd ê sûrî got: Rapora Komîteya Pêderxistina Rastîyan a NY derbarê binpêkirina mafên mirovan ji alîyê Tirkîyê û têrorîstên li Efrînê de garantîya wê ya berçavgirtin û cihanînê tineye.

Mafnasê Kurd ê efrînî Ibrahîm Şêxo ku piştî dagirkirina vê herêmê ji alîyê Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê ve koçî Şehbayê kirîye, derbarê rapora nû ya NY a derbarê binpêkirina mafên mirovan ji alîyê hêzên Tirkîyê û têrorîstan ve li Efrînê got: Amadekirina raporê ji hêla Komîteya Pêderxistina rastîyan a NY ve karekî guncav e lê gellekî kîm cinayetên komên têrorîst li vê herêmê şirove dike.

Wî di dewamê de got: Ew rapora ne hêvîyek jibo kutakirina zorbêjîya Tirkîyê li Efrînê ye û tenê raporek e ku garantîya berçavgirtin û cihanîna wê tineye.

Wî mafnasê Kurd herwiha got. Di wê raporê de amajeyî dagirkerî û ketina neqanûnî ya Tirkîyê û têrorîstan nav Efrînê nehatîye kirinê, di halekî da ku dagirkirina axa welatekî ji hêla Artêşa welatekî din va mezintirîn tawan e.

Ibrahîm Şêxor herwiha got: Niha 350 hezar kes ji Efrînê aware bûne û mal û zevîyên wan ji hêla Artêşa Tirkîyê û têrorîstan ve hatine dagirkirinê û tu yek ji wan babetana di rapora hanê de nehatîye û tenê amajeyî çend mijarên şexsî hatîye kirinê.

Wî pêgirî kir: Nêzîkî 5 hezar kesî li Efrînê hatine revandinê yan bêserûşûn in û yan di zîndanên têrorîstan de bi şêwazên herî giran tên işkencekirinê û hemî sazîyên hiqûqî yên navnetewî di vî warî de bêdeng mane.