NY: Cinayetên cengê li Efrînê didomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308268-ny_cinayetên_cengê_li_efrînê_didomin
Komsyona Lêkolînên Navnetewî yên Serbixwe di raporekê de radigihîne ku cinayetên cengê li Efrînê didomin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2019 03:31 Asia/Tehran
  • NY: Cinayetên cengê li Efrînê didomin

Komsyona Lêkolînên Navnetewî yên Serbixwe di raporekê de radigihîne ku cinayetên cengê li Efrînê didomin.

Ligorî rapora Ajansa nûçan a Firatê, Komsyona Lêkolînên Navnetewî yên Serbixwe Taybet Bi Sûrîyê ser bi NY di rapora xwe ya 21 rûpelî de pêgirî ser binpêkirina berfire ya mafên mirovan ji hêla hêzên Artêşa Sûrîya Azad û Artêşa Tirkîyê kirîye û ragihandîye: Her ku diçe binpêkirina mafên mirovan li Efrînê zêde dibe. Meseleyên ewlehî ku piştî kontrolkirina Efrînê bi destê hêzên Artêşa Sûrîya Azad û Artêşa Tirkîyê va destpê bûne, didomin û sîyaseta derxistina gelê herêmê ji malên wan, işkence, dizî û talan bi awayekî berfire li Efrînê xûya dike.

Di dewama wê raporê de hatîye: Çarenûsa gellek kesên hatine revandinê ne dîyar e û hêzên Artêşa Sûrîya Azad ji malbatên kesên ku hatine revandinê diravên zef dixwazin. Kesên rexneker an kesên ji rêvebirîya berê ya Efrînê hertim tên girtin û işkencekirin. Pirranîya şûnewar û berhemên dîrokî û çandî li Efrînê ji hêla komên çekdar û Artêşa Tirkîyê va hatine dizînê û mafên jinan tam tên inkarkirinê.

Di rapora Komsyona Lêkolînên Navnetewî yên Serbixwe ya NY de hatîye: Berpirsên Tirkîyê himberî kiryarên komên çekdar û leşkran li Efrînê bêdeng mane û dozên ku dijî wan tên vekirinê, nayên berçavgirtinê. Komsyonê di demajoya lêkolînên xwe da tu pêngaveke erênî ji hêla dewleta Tirkîyê ve jibo girtina pêşîya wan karên komên çekdar û leşkerî nedîtîye û ew dewleta qet pêşîya cinayetan û binpêkirina mafên mirovan nagire. Sîstema rêvebirî, idarî û dadwerîyê ya Efrînê di destê dewleta Tirkîyê da ye û dadwer û dozgerên herêmê ji hêla dewleta Tirkîyê va tên kivşkirinê. Karmendên Kurd ji sazî û dezgehan tên derxistinê û Ereban datînin dewsa wan.