Eşîrên kurd ên Sûriyê: Em dijî avakirina navça ewleh û parvekirina Sûriyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308264-eşîrên_kurd_ên_sûriyê_em_dijî_avakirina_navça_ewleh_û_parvekirina_sûriyê_ne
Eşîrên kurd li bajarê Hesekê civînek lidar xistin û di dawiyê de, daxûyaniyek weşandin û têde raghandin ku tu pirsgirêka wan bi hikûmeta Sûriyê û bilindkirina alaya vî welatî li navça rojhilata Firatê ra tinene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2019 14:00 Asia/Tehran
  •  Eşîrên kurd ên Sûriyê: Em dijî avakirina navça ewleh û parvekirina Sûriyê ne

Eşîrên kurd li bajarê Hesekê civînek lidar xistin û di dawiyê de, daxûyaniyek weşandin û têde raghandin ku tu pirsgirêka wan bi hikûmeta Sûriyê û bilindkirina alaya vî welatî li navça rojhilata Firatê ra tinene.

Li gorî rapora Fars News`ê, civîna eşîrên kurd li bajarê El-Malkiyê li parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê hat lidarxistin.

Şêx û kesên binavûdeng ên eşîrên kurd li bakur û rojhilata Sûriyê, civîna eşîrên kurd bi beşdariya  bi sedan kes ji nunerên van eşîran û nunerên saziyên civaka sivîl û eşîrên erebî lidarxistin.

Li dawiya vê civînê, daxûyaniyek hat dayîn ku têde, beşdaran daxwaza gotûbêja cidî û berpirsane navbera Şamê û saziya nasiyar bi Encumena  Sûriya Demokratîk kirin.

Beşdarên vê civînê raghandin ku divê armanca wan gotûbêjan, rêçareya qeyranê û girtina pêşiya her cure hewldana bona derbelêxistina li ewlehî û yekperçetiya erdê Sûriyê be.

Sputnikê jî raghand ku di vê daxûyaniyê de gefên Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ku alîgirê DAIŞ`ê û komên faşîst e, hatine radkirin. Gefên ku hemî hewldanên pêkanîna aşitî, ewlehî û aramiya li Sûriyê û navçê ji nav dibin.

Hewas Cedî, Serokê eşîra kurd a Teyê û yek ji serokeşîrên navça rojhilata Sûriyê raghand ku eşîrên kurd li navça rojhilata  Sûriyê, hemî dijberê parvekirina Sûriyê ne û ser yekperçetiya erdê û hakimiyeta wê bin siya Sûriyê teqez dikin.