Li Efrînê Kurdekî din di bin eşkenceya çekdaran de hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308127-li_efrînê_kurdekî_din_di_bin_eşkenceya_çekdaran_de_hat_kuştin
Grûpên çekdar (terorîst) ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de li Efrînê kar dikin welatiyekî din di bin eşkenceya hovane de dikujin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2019 08:31 Asia/Tehran
  • Li Efrînê Kurdekî din di bin eşkenceya çekdaran de hat kuştin

Grûpên çekdar (terorîst) ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de li Efrînê kar dikin welatiyekî din di bin eşkenceya hovane de dikujin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, welatiyê bi navê Mihemed Henîf Husên ê ji gundê Bilêlko ku roja 30 Tebaxa bûrî ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, duhî di bin eşkenceya hovane de hat kuştin.

Wê rêxistinê da zanîn, berpirsê binkeya Polîsa Medenî ya Reco Neqîb Ebu Şihab bi awayekî hovane, bi kehrebê û alavên hesinî Mihemed Henîf Husên eşkence dida ta ew kuşt.

Rêxistina hanê herwiha diyar kir: Duh saet 17:30 wê grûpê malbata Mihemed Henîf Husên agahdar kir ku termê kurê wan li nexweşxana Leşkerî ya Efrînê ye û divê werin termê wî werbigirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amaje bi wê jî kir, heman grûpa çekdar, birayê wî Selah Henîf Husên ji roja 28ê Tebaxê ve revandî ye û çarenivîsa wî jî ne diyar e.

ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji bilî revandina welatiyan û destdanîna ser mal û milkên xelkê, ta niha zêdetir ji 40 kesî di bin eşkenceyê de û bi gullên rasterast ên çekdaran ve hatine kuştin.

Roja 24ê Tebaxa bûrî jî grûpeke çekdar bi darê zorê ketibûn maleke Efrînê û li kalemêrê 80 salî Miheydîn Oso û hevjîna wî ya 70 salî Horiye Mihemed Bekir dabûn û ew kuştibûn.