Fermandarê HSD'ê: Hikûmeta Bişar Esed ji ya Tirkîyê çêtir e
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) got: ''Ligorî me hikûmeta Bişar Esed ji ya Tirkîyê çêtir e.''
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) Mezlûm Kobanî got:'' Heke Kurdên Sûrîyê nekaribin bi Tirkîyê re lihev bikin û Amerîka jî terka Sûrîyê bide, ew dê danuistandina digel Bişar Esed ku çêtir ji jîyana di bin fermana Tirkîyê de ye hilbijêrin.''
Fermandarê HSD'ê herwiha got:'' Heke demajoya damezirtandina Navça Aram aloz bibe û Amerîka jî terka Sûrîyê û Kurdan bide, HSD'ê yê jibo xweparastina himberî Tirkîyê bi Bişar Esed û dewleta Rûsîyê re ku pişta Şamê digire, dest bi lihevkirin û danustandinê bike.''
Mezlûm Kobanî xitabî Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Kongira wî welatî got ku ew divê derheq rola girîng a HSD'ê di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de mukur bên û hêvî kir ku pêbawerîya wan li Amerîkayê têkildarî lihevkirina bi Tirkîyê re derheq damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê û kêmkirina gêreyan bibe sedem ku Amerîka berpirsyaranetir pêngavan rake.
Fermandarê HSD'ê herwiha got:'' Mezintirîn dilgiranîya Kurdên Sûrîyê ihtimala êrişa Tirkîyê ser wan e çinku Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan her roj gefan li Kurdan dixwe û dilgiranîya ji ber êrişa Tirkîyê di nav rayedarên Amerîakyê de zêde bûye.''