Dewama bicihkirina koçberên deverên din û revandina welatîyên Kurd li Efrînê
Li bajarê Efrînê proseya guhertina demografiyê berdewam e û malbatên ku ji Idlib û Hemayê reviyane li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê tên bicihkirinê û têrorîstên ser bi artêşa Tirkiyê jî 15 welatiyên Efrînê revandin û hejmarek darên zeytûnê jî birrîn.
Ligorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, hijmara malbatên ku ji Idlib û Hemayê reviyane û li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê tên bicihkirinê gihaştiye 21 hezarî, tenê 5 hezar kes ji wan Kurd in.
Hejmara xelkê resen li navçeya Bilbilê ji sedî 25 Kurd in, ji sedî 75 ji malbatên çekdar û Turkmenên ji Hema û Idlibê ne. 800 malbat li Bilbilê li ser sînorê bi Tirkiyê re hatin bicihkirin.
Li navçeya Cindirêsê jî malbatên koçber tên bicihkirin, koçber li malan, dibistanan û nav darên zeytûnan bi cî bûne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, têrorîstên ser bi artêşa Tirkiyê 15 welatiyên Efrînî li gundê Coqê revandin ku di nava wan jinek jî heye û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Wê rêxistina mafên mirovan herwiha ragihand ku komên têrorîst li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê bi armanca lêgerîna li entîqeyan zeviyên welatiyan kolandin û zêdetir ji 70 darên zeytûnê birrîn.