Şamê tevgerên Amerîka û Tirkiyê li bakurê Sûriyê şermezar kir
Wezareta karên derve ya Sûriyê gerra hevpar a hêzên zemînî yên Tirkiye û Amerîkayê li rojhilata Çemê Firatê li bakurê Sûriyê şermezar kir.
Wezareta karên derve ya Sûriyê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê tevgera hevpar a Amerîka û Tirkiyê wek binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî û hakimiyeta Sûriyê da zanîn û armanca wê lihevalyayî û dirêjkirina qeyrana Sûriyê piştî serketinên meydanî yên artêşa vî welatî li hemberî komên têrorîst da zanîn.
Pêştir Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê derbarê pêkanîna Navçeya qaşo Ewleh li bakurê Sûriyê ragihand ku gerra hevpar a hêzên vî welatî û Amerîkayê jibo pêkanîna navçeya Ewleh li bakurê rojhilata Sûriyê ji roja Yekşemiyê va dest pê dibe.
Tirkiye û Waşîntonê roja 7ê Tebaxê li hev kirin ku navçeyeke qaşo ewleh li bakurê rojhilata Sûriyê ava bikin.
Du aliyan her wiha derbarê damezirandina navendeke operasiyona hevpar li hev kirin.
Dewleta Sûriyê hertim dijayetiya xwe tev van tevgerên Tirkiye û Amerîkayê ragihandiye.