Careke din Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî û lojestîk ji HSD re şand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307995-careke_din_hevpeymaniya_navdewletî_alîkariyên_leşkerî_û_lojestîk_ji_hsd_re_şand
Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê nêzîkî 150 barhilgir, ji alîkariyên leşerî û lojeistîk ji HSD re şand bakura Sûriyê û herêmên kurdî li vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2019 08:44 Asia/Tehran
  • Careke din Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî û lojestîk ji HSD re şand

Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê nêzîkî 150 barhilgir, ji alîkariyên leşerî û lojeistîk ji HSD re şand bakura Sûriyê û herêmên kurdî li vî welatî.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belavkiriye, ku Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî  150 barhilgir, ku ji alîkariyên serbazî û lojestîk pêk tê, di rêya dergehê Sêmalka re derbasî navçeyên bin destê Hêzên Sûriya Demokrat kirin.

Ligor rapora vê Rewanghehê, ji dema kontrolkirina baregeha DAIŞê ya herî dawiyê li rojhilatê Dêrazorê heta niha, eva 25 car in, ku Hevpeymaniya Navdewletî barhilgirên, ku alîkariyên leşkerî ji otombêlên leşkerî û zirîpoş û tankerên neftê pêk tê, ji bo navçeyên cuda, yên di bin destê HSD û bingeha xwe ya serbazî li bajarokê Til Bîdir li parêzgeha Hesekeya Sûriyê re şandiye.

Ev di rewşekê de ye ku Amerîka û Tirkiye dixebitin li bakura Sûriyê navça qaşo ewleh çêbikin.