Grûpên çekdar bêhtir ji 20 welatiyên Efrînê revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307893-grûpên_çekdar_bêhtir_ji_20_welatiyên_efrînê_revandin
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ku Efrîn dagîrkirine zêdetir ji 20 welatiyên Kurd revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyeke zav dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2019 07:50 Asia/Tehran
  • Grûpên çekdar bêhtir ji 20 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ku Efrîn dagîrkirine zêdetir ji 20 welatiyên Kurd revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyeke zav dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a ser bi dijberên hikûmeta Sûriyê li Efrînê diyar kir, roja 2ê Îlonê grûpeke çekdar(terorîst) a bi navê Polîsa Leşkerî bi 12 otombîlan bi ser gundê Maratê girtin û zêdetir ji 20 welatiyên kurd bi buhaneya ku pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûne, revandin.

Vê koma terorîst a ser bi artêşa dagîrker a Tirkiyê navên hin kesên ji gundê Maratê revandine  belav kir.

Wê rêxistinê herwiha diyar kir, wê grûpê pêwendî bi malbatên hin kesên revandî re kirin û ji bo berdana wan daxwaza pereyan kirin û piştî dana pereyan 2 kes ji wan hatin berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê herwiha belav kir ku roja 1ê Îlonê grûpeke çekdar welatî Mistefa Genco Îbo yê 60 salî ji nava Efrînê revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Ji aliyê din ve wê rêxistinê da zanîn, welatî Henan Emîn Îbo ku roja 23ê Tebaxê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, piştî wê grûpê 3 milyon Lîreyên Sûrî (dedora 6 hezar Dolar) fidye ji malbata wî stand û ew berdan.

ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar(terorîst) ên ser bi vî welatî ve di 18ê Adara 2018an ve û li gor zanyariyên çalakvanan zêdetir ji 2 hezar welatiyên Efrînê hatine revandin û winda ne.Herwiha ev grupên çekdar û artêşa Tirkiyê li Efrînê û gund û bajarokên wê bi caran dest avêtine dizî û talankirina mal û milkên xelkê.