Karwanekî leşkerên Tirkîyê derbasî Idlibê bû
Karwanekî leşkerên Tirkîyê derbasî Idlibê li bakura rojavaya Sûrîyê bû.
Ligorî rapora Malpera Nûçan a Time Turk`ê, Karwanekî leşkerên Tirkîyê vê sibê ji başûra vî welatî ve ji derbasgeha sînorî ya Kefer Losînê ve derbasî Idlibê li bakura rojavaya Sûrîyê bû.
Hêzên Artêşa Sûrîyê şeva buhurî opêrasyona bombebarankirina seretayî li başûra rojhilata Idlibê destpê kirin û di encama şerê himberî têrorîstên Cebhet ul Nusrê de karîn bajarokê istiratêjîk ê Temaniê azad bikin.
Mêhwera wê opêrasyona hêzên Sûrî zevîyên bajarokên istiratêjîk ên Temanie û Xuweynê bû ku vê dawîyê hatine azadkirinê.
Piştî bombebarankirina çeperên têrorîstan, Hêzên Artêşa Sûrîyê bi giranî êrişî çeperên têrorîstan li Temanieyê kirin.
Artêşa Sûrîyê piştî wan êrişana karî ku ji mêhwera bakur a Temanieyê va pêşda here. Du komên din ên hêzên Artêşa Sûrîyê jî ji alîyê başûr û rojhilata Temanieyê va opêrasyona xwe domandin.
Hêzên Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li başûra rojhilata Parêzgeha Idlibê de pêr jî karîn bajarokê Al Xuweynê azad bikin.
Têrorîstên ku li başûra rojhilata Idlibê ne, pirranî endamên komên têrorîst ên Cebhet ul Nusre û Ecnad ul Qefqaz û Heras ul Dînê ne.