Berdevkê MSD`ê: Tevî lihevkirina derbarê Navça Aram de, gefên Tirkîyê didomin
Berdevkê Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) got: Tevî lihevkirina derbarê Navça Aram de, gefên Tirkîyê di çarçova dagirkirina deverên bakura Firatê de didomin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Berdevkê Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) Emced Osman amajeyî dewama gefên Tirkîyê di çarçova dagirkirina deverên bakura Firatê de kir û got: Tevî lihevkirinên ku bi Tirkîyê re bi wesîleya Amerîkayê derbarê damezirandina Navça Ewleh li bakura Sûrîyê de bi dest ket, gefên Enqerê didomin. Wer xûya dike ku Tirkîye dê gefên xwe kuta neke û di her derfetekê de ji vê mijarê sûdê wergire. Lewma divê em himberî gefên Tirkîyê hişyar bin û jibo danîna peywendîyan hewil bidin.
Wî herwiha got: Ligorî lihevkirina HSD`ê û Tirkîyê ku bi saya Amerîkayê pêk hat, li deverên ku hêzên YPG`ê ji wan vekişin, dê hêzên Civata Herêmî bi cih bibin. Eva pêşnîyara HSD`ê bû, plana damezirandina Navça Aram a bi kûratîya 5 kîlomêtran jî.
Wî herwiha got: Ligorî plana HSD`ê yê pêngav bên rakirinê. Derîyên Rêvebirîya Xweser ser her kesê ku bi dû çareserkirina qeyrana Sûrîyê de be, vekirî ne. Em amade ne jibo bidestxistina rêçareyeke mayinde bi hemî alîyan re muzakirê bikin.
Berdevkê MSD`ê Emced Osman derbarê nûçeyên têkildarî veguhestina penaxwazên sûrî yên li nav Tirkîyê li Devera Ewleh a li bakura Sûrîyê de jî got: Mêdyayên Hikûmeta Tirkîyê bi belavkirina nûçeyên bi vî rengî hewil didin bêtifaqîyê bêxin nav gelên bakura Sûrîyê. Em wê planê qebûl nakin. Her welatîyekî Sûrî mafê vegera bo mala xwe heye lê, divê pêşîya guhertina dêmogirafîya li Sûrîyê were girtin.