Ûrsêt: Em dê li Idlibê nebin temaşevanê rewşê
Tebax 28, 2019 14:38 Asia/Tehran
Wezîrê Berevanîyê yê Ûrsêtê pêgirî kir: Moskow himberî êrişên hêzên têrorîst û çekdar ji başûra Idlibê ve, yê sersar û temaşevan nebe.
Ligorî rapora Rusia Al Yawmê, Wezîrê Berevanîyê yê Ûrsêtê Sergey Şoygo pêgirî kir: Moskow nikare derbarê êriş û bombebaranên berdewam ên ji başûra Idlibê va bêdeng û sersar be lewma me hevkarên Tirkîyê têkildarî kiryar û biryarên ku em dikin û didin an em dê bikin û bidin, haydar kirine.
Şoygo herwiha got: Rêketinama Soçîyê derbarê navça Idlibê de ku di 17`ê Îlona 2018`an de di navbera Ûrsêt û Tirkîyê de hate wajokirinê, cih tê lê dijwarî û pirsgirêk di vî warî de hene.
Idlib dawîn parêzgeha dagirbûyî di bin lepên têrorîstan li Sûrîyê de ye ku başûra wê di rojên buhurî de qada pevçûnên giran bû.