61`emîn Nîşangeha Navnetewî ya Bazirganîya Sûrîyê hat vekirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307719-61_emîn_nîşangeha_navnetewî_ya_bazirganîya_sûrîyê_hat_vekirinê
61`emîn Nîşangeha Navnetewî ya Bazirganîya Sûrîyê bi durişma "ji Sûrîyê bo cîhanê" bi pişkdarîya zêde ji 500 şirketên ji 38 welatên cîhanê li Paytexcta wî welatî şarê Şamê hat vekirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2019 14:14 Asia/Tehran
  • 61`emîn Nîşangeha Navnetewî ya Bazirganîya Sûrîyê hat vekirinê

61`emîn Nîşangeha Navnetewî ya Bazirganîya Sûrîyê bi durişma "ji Sûrîyê bo cîhanê" bi pişkdarîya zêde ji 500 şirketên ji 38 welatên cîhanê li Paytexcta wî welatî şarê Şamê hat vekirinê.

Rêvebirê Şirketa Nîşangehên Navnetewî ya Îranê Behmen Hisênzade di merasima destpêbûna 61`emîn Nîşangeha Navnetewî ya Bazirganîya Sûrîyê de got: Lidarxistina vê nîşangehê hevgavê boykotbûna Sûrîyê di warê aborîyê de, bi awayekî taybet girîng e.

Hisênzade herwiha got: Îran jibo sermayerguzarîya di hemî wan nemaze warên avakirina Sûrîyê de amade ye û lidarxistina wê nîşangehê dikare hevkarîyên aborî yên her du welatan xurt bike.

Sêkrêtêrê Navenda Berfirekirina Peywendîyên Aborî yên Îran-Sûrîye-Iraqê Hesen Danayîfer jî amajeyî girîngîya lidarxistina Nîşangeha navnetewî ya Şamê kir û got: Şirketên îranî dê bi awayekî berfire di dewra avakirina Sûrîyê de pişkdar bibin.

Nîşangeha Navnetewî ya Şamê di salên vê dawîyê de bi hegera qeyrana l iwî welatî bi awayekî bisînor dihat lidarxistinê, lê di 2 salên vê dawîyê de ligorî arambûna rewşa Sûrîyê bi awayekî berfire hatîye lidarxistinê.