Baregeha Artêşa Tirkîyê li Idlibê kete ber êrişa balafirên cengê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307715-baregeha_artêşa_tirkîyê_li_idlibê_kete_ber_êrişa_balafirên_cengê
Li Idlibê xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê, ji aliyê firokeyên Artêşa Sûrîyê ve hat bombebarankirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2019 13:56 Asia/Tehran
  • Baregeha Artêşa Tirkîyê li Idlibê kete ber êrişa balafirên cengê

Li Idlibê xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê, ji aliyê firokeyên Artêşa Sûrîyê ve hat bombebarankirinê.

Li gor zanyariyan xaleke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê ya li devera Şîr Maxar ji aliyê firokeyên şêrr ên Artêşa Sûriyê ve hat bombebarankirinê.

Li gor çavkaniyên nêzî opozîsyona Sûriyê, li esmanê deşta Gab a di navbera parêzgehên Hema û Idlibê de nêzikî 15 firokeyên şer ên rûsî û sûrî hatine dîtin.

Herwiha hatiye gotin xala çavdêriyê ya hejmare 10 a Tirkiyê, li wê deverê ji aliyê wan firokeyan ve hatiye bombebarankirinê.

Heta niha derbarê vê bûyerê de ji aliyê Tirkiyê ve zanyariyek nehatiye belavkirin.

Li parêzgeha Idlibê, ku artêşa Sûriyê ev heyameke operasyonan pêk tîne û li wê parêzgehê pêş ve diçe, Artêşa Tirkiyê di çarçova rêkeftina ligel Rûsyayê de 12 xalên çavdêriyê ava kiribûn. Çend rojan berî niha hatibû aşkerekirin ku xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê ketiye jêr dorpêça artêşa Sûriyê.

Niha hejmareke zêde ya têrorîstên ku li Morêkê û derdora wê hatine dorpêçkirinê derbasî wê baregeha Tirkîyê bûne û ligorî hin raporan hejmara wan 5 hezar kes e.

Artêşa Sûrîyê di çend rojên buhurî de piştî azadkirina şarê girîng û istiratêjîk ê Xan Şêyxûnê li Parêzgeha Idlibê û deverên derdora wê yên wekî Letmîn, Lehaya, Seyyad, Meirkebe, Kefer Zêyta û Morêkê li başûra wî şarî, baregeha leşkerî ya hejmare 9 a hêzên Tirkîyê li Morêkê dorpêç kirîye.

Bi rewşa nû, wer xûya dike ku Ûrsêt dixwaze neqşeya bicihbûna hêzên Tirkîyê li Sûrîyê biguhere.

Di vî halî da Alîkarê Parêzgarê Idlibê Fadî Seidûn got ku vegera niştecihên Xan Şêyxûnê destpê bûye û xewnên Tirkîyê derbarê Xan Şêyxûnê de têk çûn û xebatên jibo vegerandina jîyanê li vî şarî didomin.

Fadî Seidûn herwiha got: Bi azadkirina Xan Şêyxûnê, plan û xewnên rêjîma Tirkîyê derbarê sepandina serdestîya xwe li wir pûç derketin.