Hûgilyên vekişynana hêzên HSD û YPG ji navçên rojhilata Firatê
Piştî weşandina hin nûçan dereq vekişyana hêzên YPG û Hêzên Sûrîya Demokratîk ji navçên ku ser wan li hev kirine, bona avakirina navça ewleh ji aliyê Tirkiye- Emerîkayê ve li rojhilata Firatê, çavkaniyeke agehdar ji HSD`ê hûrgiliyên vê paşdevekişyanê weşandin.
Çavkaniyeke agehdar ser bi HSD`ê li gotûbêja bi ajansa IZ News`ê re, vekişyana hêzên YPG û Hêzên Sûrîya Demokratîk ji navçên ku ser wan li hev kirine piştrast kir û li bara hûgiliyên wê jî raghand: Hêzên YPG di 22 Tebaxa 2019`an ji Hesekê û 24 Tebaxê ji gundê Edwaniyê li rojava Hesekê, 5 km paşde vekişyane. Her wiha hêzên hanê li 26 Tebaxê ji navça Qontrayê li rojhilata Girêsipî bi qasî 14 km ji Heşîşê, 10 km û Bircîwanê 5 km paşde vekişyane.
Wî di dewam gotinên xwe de destnîşan kir: Navça ewleh ku li 5-14 km hatine berçav girtin li gor bernameyên dîzaynbûyî hêzên emerîkî- tirk dê geştlêdanên xwe yên hevpar dê li van navçana destpê bikin.
Ev 5-14 km ku HSD`ê û YPG jê derdikevin, li devera navbera Girêsipî heta Serêkaniyê dê radestî hêzên xwecihî bênkirin. Li dirêjahiya vê 88 km navça ku hêzên me dê derkevin, 6 navendên çavdêriyê dê bên avakirin. Sê navend li Girê Sipiyê û sê navend jî li Serêkaniyê û kontrola van navendana dê ser istûyê hêzêz Konseya Eskerî de be.