Amerîkayê baregeheke leşkerî ya nû li derdora Hesekê damezirand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307708-amerîkayê_baregeheke_leşkerî_ya_nû_li_derdora_hesekê_damezirand
Amerîkayê jibo girtina pêşîya êrişa Tirkîyê ser hêzên Kurd ên Sûrî, baregeheke leşkerî ya nû li derdora Parêzgeha Hesekê li nêzîkî sînorê hevpar ê her du welatan damezirand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2019 11:27 Asia/Tehran
  • Amerîkayê baregeheke leşkerî ya nû li derdora Hesekê damezirand

Amerîkayê jibo girtina pêşîya êrişa Tirkîyê ser hêzên Kurd ên Sûrî, baregeheke leşkerî ya nû li derdora Parêzgeha Hesekê li nêzîkî sînorê hevpar ê her du welatan damezirand.

Ew baregeha leşkerî ya Amerîkayê li gundê Xinamîyê li nêzîkî sînorê Tirkîyê hatîye avakirinê ku ji bandeke rabûn û daketina helekoptêran, cihê razanê, cebilxane û navendên perwerdê pêk tê.

Armanca damezirandina wê baregeha leşkerî girtina pêşîya êrişên ihtimalî yên hêzên Tirkîyê ser hêzên HSD`ê ye.

Niha kontrola pişkeke berfire ya bakur û rojhilata Sûrîyê heta sînorê digel Tirkîyê di destê hêzên YPG`ê û HSD`ê da ye.