Mişêwira Esed: Hemî axa Sûriyê dê bê azadkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307640-mişêwira_esed_hemî_axa_sûriyê_dê_bê_azadkirin
Mişêwira Medyayî û Siyasî ya Serokkomarê Sûriyê teqez kir: Erdên Sûriyê hemî dê bên azadkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 26, 2019 11:57 Asia/Tehran
  • Mişêwira Esed: Hemî axa Sûriyê dê bê azadkirin

Mişêwira Medyayî û Siyasî ya Serokkomarê Sûriyê teqez kir: Erdên Sûriyê hemî dê bên azadkirin.

Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Serokkomarê Sûriyê Buseyna Şeiban roja yekşemiyê li civîna neteweyî  li Hemayê azadkirina navça Hemahê û Xan Şêxûnê ji lepên komên terorîst li xelkê vê navçê pîroz kir û got: Ger berxwedan û  îsrara xelkê Hamayê neba, ev serkevtin tu carî cih nedihat.

Buseyna Şeiban bal kişand ser dîroka  0 hezar salî ya Sûriyê û destnîşan kir: Şerê li dijî Sûriyê ku zêde ji 100 welatan bi hemî şiyan û îmkanên xwe ew destpê kirine ji xwe mînaka eşkere ya şerê cîhanî ye.

Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Beşar Esed di dewamê de sipasîya Rûsiye, Îran û Hizbullaha Lubnanê ji ber piştgirîyên ji Dewlet û Artêşa Sûriyê bona rawestana li ber terorîzmê kir û got: Piştgiriyên bi vî rengî nirxeka pir zêdetir hene.

Artêşa Sûriyê bi dewama pêşdeçûna xwe li başûrê parêzgeha  Idlibê, yekşemiyê şevê karî ku piştî dorpêçkirina bajarê Xan Şêxûnê û paşdedana terorîstan, piştî pênc salan derbasî vî bajarî bibe.