Serdestiya artêşa Sûriyê ser Keferzîtayê li derdora bakurê Hemahê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307540-serdestiya_artêşa_sûriyê_ser_keferzîtayê_li_derdora_bakurê_hemahê
Çavkaniyên eskerî yên Sûriyê roja Îniyê li bara serdestiya artêşa vî welatî ser bajaroka Keferzîtayê li derora bakurê Hemahê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 23, 2019 11:52 Asia/Tehran
  •  Serdestiya artêşa Sûriyê ser Keferzîtayê li derdora bakurê Hemahê

Çavkaniyên eskerî yên Sûriyê roja Îniyê li bara serdestiya artêşa vî welatî ser bajaroka Keferzîtayê li derora bakurê Hemahê agahî dan.

 Li gorî rapora RT` yê, Rêxistina nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê jî raghand: Artêşa Sûriyê ser bajarokê Keferzîtayê û girikên  li rojhilata navenda  çavdêriyê ya Tirkiyê li Morekê serdest bûye.

Li gorî vê raporê, hevgavê azadkirina  Keferzîtayê ji aliyê artêşa Sûriyê ku meqera sereke ya koma nasiyar bi Cêyş El-Îzeyê tê hesabê, Cemîl Salih ji serkirdeyên vê koma terorîstî revî derdora bakurê Idlibê.

 Li gor raporeke din balefirên cengê yên artêşa Sûriyê meqerên  terorîstan li El-Temaneyê li derdora başûrê Idlibê bombebaran kirin.