Nakokiya Amerîka û Tirkiyê li ser pêkanîna Navçeya Ewleh li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307516-nakokiya_amerîka_û_tirkiyê_li_ser_pêkanîna_navçeya_ewleh_li_sûriyê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ji bernameyên Amerîkayê di warê pêkanîna Navçeya qaço ewleh li bakurê Sûriyê rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2019 11:58 Asia/Tehran
  • Nakokiya Amerîka û Tirkiyê li ser pêkanîna Navçeya Ewleh li Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ji bernameyên Amerîkayê di warê pêkanîna Navçeya qaço ewleh li bakurê Sûriyê rexne kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Tirkiye dê rê nede Amerîkayê ku gotûbêja jibo pêkanîna navçeya qaşo ewleh li bakurê Sûriyê li ser xêra xwe bişopîne, ji ebr ku Waşîngton derbarê bajarê Minbicê sozên xwe binpê kirine.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha got: Hejmareka çekdarên amerîkî wek beşeka lihevkirinên Enqere û Waşîngtonê jibo pêkanîna Navçeya Ewleh hatine Tirkyê, lê di qonaxa din da emê rê nedin ku Amrîkayê pêvajoya Minbicê dubare bike.

Kêşeyên navbera Amerîka û Tirkiyê li bara bakurê Sûriyê ji salek beriya niha va tund bû. Ji dem aku Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) bajarê Minbicê ji bin dagirkeriya DAIŞê rizgar kirin.

Ev di rewşekê da ye ku Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihandiye ku Şam li dijî lihevkirina Amerîka û Tirkiyê li bara pêkanîna Navçeya Ewleh li axa vî welatî ye û wê wek destdirêjiya aşkira li hakimiyet û yekparçetiya axa Sûriyê û li dijî xalên hiqûqa navneteweyî dizane.