Artêşa Sûriyê xan Şêxûn kontrol kir
Çavkaniyên nûçeyan qala kontrola artêşa Sûriyê li er bajarê stratejîk ê Xan Şêxûnê li başûrê Idlibê kirin.
Li gorî Sputnikê, Artêşa Sûriy roja Pêncşemiyê bajarê Xan Şêxûnê azad kir û li halê paqijkirina û pûçkirna mayîn û bombeyên mayî ji têrorîstan e.
Bi serdestiya artêşa Sûriyê li ser Xan Şêxûnê, navçeyên Kefer Zîta, Letame, Morek û Letîmînê jî azad bûn.
Xan Şêyxûn xeleka têkilîya mêhwerên rojhilat, rojava û bakura Idlibê ye û azadkirina wê deverê wekî pêngava yekem a vekirina rêya Helebê wekî navenda aborî ya Sûrîyê ye.
Xan Şêyxûn ji hêla leşkerî va ji ber vê yekê girîng e ku serdestîya Artêşa Sûrîyê li wir vê imkanê didê ku bi rehetî bera xwe bide bakur yanî Maeret ul Nuimanê, devera ku xeleka têkilîya rêyên navnetewî yên Sûrîyê ber bi bakur, başûr, rojhilat û rojava ve ye.