YPG: Em rê nadin Tirikîye derbasî bakura Sûrîyê bibe
Nunerê Yekîneyên Parastina Gel di Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê de û Fermandarê Pillebilind ê YPG`ê amajeyî têkilîya dualî ya Kurdan û Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê kir û ew têkilî û hevkarîya ser bingeha berjewendîyên hevpar zanî.
Nunerê Yekîneyên Parastina Gel di Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê de û Fermandarê Pillebilind ê YPG`ê Polat Can di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê de pêgirî ser rola hêzên Kurd di avakirina Hevalbendîya Navnetewî Dijî DAIŞ`ê de kir û got: Hîç hêzekê li Sûrîyê weke hêzên Kurd û hevpeymanîya Kurd-Ereb-Suryanî li rex hêzên hevalbendîya Navnetewî dijî DAIŞ`ê şêrr bike.
Wî herwiha got: Hêzên me xwe selimandin. Hevkarîya me digel Amerîkayê û Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê piştî sala 2014`an destpê bû û wê demê bû ku hêzên Hevalbendîya Navnetewî piştî xerckirina bi milyardan dolarî jibo komên din, nekarîn bigihêjin armancên xwe lewma, bera xwe dan me.
Polat Can herwiha got: Têkildarî gefxwarinên Tirkîyê jî me bi awayekî rasterast û zelal ji Amerîkayê re gotîye ku em bi tu awayî nahêlin Tirkîye bikeve axa Sûrîyê.
Nunerê Yekîneyên Parastina Gel di Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê de herwiha got: Heke biryar Navça Aram were damezirandinê, divê hemî sînorê Sûrîyê bigire ber xwe û şert û mercên me bên berçavgirtinê û Tirkîye desta ji idiaya êrişa leşkerî û ketina nav axa Sûrîyê berde.