Balafirên cengê yên Sûrîyê karwanê leşkerî yê Tirkîyê bombebaran kirin
Tebax 19, 2019 12:02 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên Sûrîyê karwanê leşkerî yê Tirkîyê ku li Idlibê diçû hawara têrorîstan, bombebaran kirin.
Ligorî rapora Kanala Nûçan a Russia Todayê, karwanê leşkerî yê Tirkîyê ku 25 maşînên zêrêhpûş û kamyonên hilgirê alavên cengê pêk dihat, duh jibo piştgirîya ji têrorîstên li Idlibê ber bi vî şarî va diçû ku balafirên cengê yên Artêşa Sûrîyê bi bombebaranê pêşî lê girt.
Ligorî rapora mêdyayên Sûrîyê, Wezareta Karên Derve ya Sûriyê duh ragihand ku otombîlên leşkerî yên Tirkîyê ku cebilxane hilgirtibûn jibo ku herin hawara terorîstên Cebhet El Nusrayê, sînor derbas kirin û berê xwe dan Xan Şêxûnê.