Sûriyê derbasbûna eskerên Tirkiyê nav Idlibê şermezar kir
Dewleta Sûriyê derbasbûna eskerên Tirkiyê ji sînorê Sûriyê bona piştgiriya ji terorîstên işkestxwarî li derdora Xan Şêxûnê li parêzgeha Idlibê li bakurê rojava vî welatî şermezar kir.
Li gorî rapora SANA News`ê, eskerên Tirkiyê bi trimbêlên zirixî, sibeha îro Duşemiyê ji sînorê Sûriyê derbas bûn û ber bi Xan Şêxûnê va çûn.
Li gorî vê raporê, eskerên Tirkiyê derbasî bajarokê Seraqibê li bakurê Idlibê bûne û ber bi Xan Şêxûnê cihê dorpêçkirina terorîstên bereya El-Nusreyê va diçin.
Wezareta karên derve ya Sûriyê bi daxûyaniyekê kiryara dewleta Tirkiyê ya derbasbûna neqanûnî nav welatê hanê şermezar kir û got ku binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê dê dûhatên xirab bo Tirkiyê hebin.
Li gor vê daxûyaniyê, Sûriyê kiryara Dewleta Tirkiyê li çarçoveya reftarên destdirêjkirane da zanîn û got: Derbasbûna eskerên Tirkiyê bo cihê dorpêçkirina terorîstan, tu bandorekê ser viyana artêşa Sûriyê li azadkirina Xan Şêxûnê û paqijkirina terorîzmê ji axa Sûriyê nake.
Artêşa Sûriyê yekşemiyê şevê derbasî beşên bakurî yên bajarê Xan Şêxûnê bû û terorîst li halê revîna ber bi sînorên Tirkiyê ve ne.