Artêşa Sûrîyê derbasî şarê Xan Şêyxûnê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307416-artêşa_sûrîyê_derbasî_şarê_xan_Şêyxûnê_bû
Artêşa Sûrîyê di dewama pêşdeçûnên xwe li başûra Parêzgeha Idlibê de, karî ku piştî dorpêçkirina Xan Şêyxûnê û paşdadayîna têrorîstan, piştî 5 salan derbasî nav vî şarî bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2019 11:39 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê derbasî şarê Xan Şêyxûnê bû

Artêşa Sûrîyê di dewama pêşdeçûnên xwe li başûra Parêzgeha Idlibê de, karî ku piştî dorpêçkirina Xan Şêyxûnê û paşdadayîna têrorîstan, piştî 5 salan derbasî nav vî şarî bibe.

Ligorî rapora Kanala Al Mayadeenê, Artêşa Sûrîyê xeta gîhandina alîkarîyan bo têrorîstên li Xan Şêyxûnê qut kir.

Hêzên Artêşa Sûrîyê berî vîya jî ji mêhwera başûr li Parêzgeha Idlibê ve ber bi bajarokê Medayayê va bi rê ketibûn û karîbûn ku zevî û girikên derdora Xan Şêyxûnê ji lepên têroprîstan azad bikin û bi vî awayî têrorîstên li wê devera gellekî girîng dorpêç bikin.

Xan Şêyxûn xeleka têkilîya mêhwerên rojhilat, rojava û bakura Idlibê ye û azadkirina wê deverê wekî pêngava yekem a vekirina rêya Helebê wekî navenda aborî ya Sûrîyê ye.

Xan Şêyxûn ji hêla leşkerî va ji ber vê yekê girîng e ku serdestîya Artêşa Sûrîyê li wir vê imkanê didê ku bi rehetî bera xwe bide bakur yanî Maeret ul Nuimanê, devera ku xeleka têkilîya rêyên navnetewî yên Sûrîyê ber bi bakur, başûr, rojhilat û rojava ve ye.