Dorpêçkirina bajarê stratejîk ê Xan Şêxûnê ji aliyê artêşa Sûriyê
Hêzên artêşa Sûriyê karîn ku bajarê stratejîka Xan Şêxûnê li başûrê parêzgeha Idlibê bixin bin kontrola xwe.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Al-Alamê, hêzên artêşa Sûriyê ji aliyê bajarokê Medyayê, bilindahî û zeviyên derdora Xan Şêxûnê azad kirin û terorîstên di nav vî bajarê giring de xistin bin kontrola wxe.
Di encama van êrişan de ku bi agirê giran ê topxana artêşa Sûriyê hevrê bû, hêzên sûrî karîn ku ser bilindahiyên El-Narê ser bi bajarokê Xan Şêxûnê serdest bibin.
Balefirên cengê yên Rûsiyê û Sûriyê jî meqerên terorîstên bereya El-Nusreyê li Xan Şêxûnê, Rekayayê, Kefer Secnê û şêx Mustefa bombebaran kirin û riya gîhanina alîkariyê ya terorîstan û hejmarek ji meqertên wan têk birin.
Bajarê Xan Şêxûnê ku ketiye ser riyên sereke û bingehîn, gelek giringiya xwe heye û serdestiya ser vî bajarî dê pêngava yekim be bona vekirina riya di navbera Helebê bi Şamê re.