Xisarên giran ên terorîstan li Idliba Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307376-xisarên_giran_ên_terorîstan_li_idliba_sûriyê
Artêşa Sûriyê roja şemiyê di dewama pêşdeçûnên xwe li derdora başûrê parêzgeha Idliba bakurê vî welatî, gelek xisar li terorîstên bereya El-Nusreyê xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 18, 2019 12:03 Asia/Tehran
  •  Xisarên giran ên terorîstan li Idliba Sûriyê

Artêşa Sûriyê roja şemiyê di dewama pêşdeçûnên xwe li derdora başûrê parêzgeha Idliba bakurê vî welatî, gelek xisar li terorîstên bereya El-Nusreyê xistin.

 Li gorî rapora SANA News`ê, artêşa Sûriyê li du rojên derbasbûyî li encama pevçûna giran bi terorêstên  bereya El-Nusreyê li bakurê rojava bajarê Xan Şêxûnê li derdora başûrê Idlibê, gundên Adînê, Xerbe Abdînê û Um Zeytûnê xistin bin kontrola wxe.

  Piştî vê pevçûnê, hejmarek ji terorîstan hatin kuştin an birîndar bûn.

 Parêzgeha  Idlibê dawîn meqera terorîstan li Sûriyê ye.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû ku bi hewldana  artêşê û gelê Sûriyê komploya dijminan bêencam ma. Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriya Rûsiyê karî ku dosiya koma terorîstî ya  DAIŞ`ê li vî welatî girêde