Li Qamişlo teqîn: Kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307372-li_qamişlo_teqîn_kuştî_û_birîndar_hene
Li bajarê kurdnişîn ê Qamişlo li bakura Sûriyê teqîneke xwekujî pêk hat û di encmaê de kesekî canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 18, 2019 11:19 Asia/Tehran
  • Li Qamişlo teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê kurdnişîn ê Qamişlo li bakura Sûriyê teqîneke xwekujî pêk hat û di encmaê de kesekî canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.

Ajansa Rûdawê ji Qamişlo ragihand ku îro Yekşemê (18.08.2019) saet 08.33 li Taxa Pîşesazî li ber dibistaneke wî bajarî teqînek pêk hat û di encamê de kesekî cane xwe ji dest daye û kesek din jî birîndar bûn.Ev teqîn bi awayekî xwekujî bi otomobîleke bombebarkirî çêbûye.

Rûdawê diyar kir ku êrişkar di otomobilê de canê xwe ji dest daye û birîndar jî bo nexwşxaneyê hatine veguhestin.

Herwiha hat ragihandoin ku  herdu kesên birîndar endamên hêzên asayişê bûne û rewşa kesên birîndar baş e.

Heta niha ti kes an aliyekî berpirsyariya wê êrişê ‎negirtiye ustiyê xwe.

Hêzên Asayişa Qamişlo wek tedbîr cihê bûyerê dorpêç kirine û aliyên peywendîdar derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine.