Çekdaran Kurdekî din ê Efrînê di bin eşkenceyê de kuşt
Grûpên çekdar ên li Efrînê yên ku dewleta Tirkiyê li pişta wan e, binpêkirina mafên mirovan berdewam dikin û di vê çarçovê de Kurdekî din di bin eşkenceyê de kuştin.
Medyaya kurdan li Sûriyê ji Efrînê ragihand, welatiyê ji gundê Çeqelê Şiyê bi navê Husên Hemo ku ji destpêka dagîrkirina Efrînê anku ji sal û nîvekê ve ji aliyê grûpa El Hemzat ve hatibû revandin û heta berî 4 mehan agahî li ser wî dihatin ku hîn di girtîgehên wê grûpê de girtî ye.
Jjêderên kurdî dan zanîn ku duh agahî gihîşt malbata Husên Hemo ku ew ji aliyê wê grûpa çekdar ve ku Tirkiye jê piştgiriyê dike hatiye kuştin û nayê zanîn çi biserê termê wî ve hatiye kirin.
Herwiha wan dan zanîn: Husên Hemo ku bavê 3 zarokan e berî sal û nîvekê li gundê Dargirê ya navçeya Mabeta li mala xezûrê xwe bû û ligel 11 kesên din hatibû revandin, 3 kes ji wan hatibûn berdan û hat zanîn ku ew jî di bin eşkencê de hatiye kuştin û hîn çarenivîsa 8 kesên din jî ne diyar e.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên di bin fermana wê de anku ji 18ê Adara 2018an virda li gor zanyariyan zêde ji 35 welatiyên Efrînê di bin eşkencê de û bi gullên rasterast ên grûpên terorîst û piştgira wan artêşa dagîrker a Tirkiyê hatine kuştin.