HRE: 3 Terorîstên ser bi Tirkiyê hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li bajarê Mareyê de 3 terorîstên koma bi navê Artêşa Sûriya Azad ya ku Tirkiye jê piştgiriyê dike, hatine kuştin û 2 terorîst jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê ku ji bo azadkirina vî bajarî ji bin dagîrkeriya Tirkiyê û terorîstên ser bi vî welatî pêk hatiye, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: Çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê didomin.
HRE’yê ev agahî dan ku hêzên wê çalakiyên xwe ên li hember artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin ku di vê çarçovê de roja 15’ê Tebaxê hêzên wê li derdora bajarê Mareyê çalakî li dar xistin û bi çekên sivik û navîn ji mesafeyeke nêz ve li terorîstan dan. Di encama çalakiyê de 3 terorîst hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên di bin fermana wê di 18ê Adara 2018an de piştî çend mehan berxwedana xelkê kurd ê Devera Efrînê li bakura rojhilata Sûriyê, ev bajar û bajarok û gundên ser bi wê dagîr kirin ku ji wê dem heya niha dizîn û talankirina malên xelkê û girtin û revandin û kuştina xelkê sivîl ên vê deverê ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstên bin fermana wê berdewam dikin.