Firokeyên bêmirov ên Tirkiyê li esmanê Sûriyê dest bi firrînê kirin
Wezareta karên derve ya Tirkiyê qala destpêbûna firrîna firokeyên bêmirov ên vî welatî li esmanê Sûriyê kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê tevî amajeya bi hevhatina Tirkiye û Amerîkayê jibo damezirandina navendeke operasiyona hevpar li bajarê Şanlî Ûrfayê jibo cihanîna operasiyonê li bakurê Sûriyê, ragihand: Firokeyên bêmirov ên Tirkiyê li esmanê Sûriyê dest bi firrînê kirin.
Li gorî vê raporê, hîn navbera Tirkiye û Enqerê li ser asta ketina nav axa Sûriyê nakokî heye, lê Tirkiyê daxwaza damezirandina Navçeya Ewleh bi kûrahiya 32 kîlomitran li nav axa Sûriyê kiriye, di rewşekê da ku Amerîkayê 15 Kîlomitr qebûl kiriye.
Waşîngton û Enqerê ragihandine ku "Navçeya Ewleh li abkurê Sûriyê bi armanca rizgarkirina welatiyên sivîl û dûrkirina komên têrorîst ji sînorê Tirkiyê pêk tê", lê karzan ser vê bawerê ne ku armanca sereke ya pêkanîna vê navçeyê rizgarkirina têrorîstan e.
Şamê di mehên dawî da bi caran biryara Tirkiye û Amerîkayê jibo damezirandina Navçeya Ewleh li bakurê vî welatî şermezar kiriye.
Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand ku her cûre lihevkirina navbera Amerîka û Tirkiyê li ser Sûriyê, destdirêjiya aşkira li yekparçetî, hakimiyet û yekîtiya gelê Sûriyê û binpêkirina aşkira ya mafên navneteweyî û menşûra Neteweyên Yekbûyî ye.