Zêde ji nîv milyon awareyên sûrî vegeryane welatê xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307248-zêde_ji_nîv_milyon_awareyên_sûrî_vegeryane_welatê_xwe
Serokê navenda hevahengiyê ya Rûsiyê li meqera Hemîmîmê li rojava Sûriyê li daxûyaniyekê li bara vegeryana zêde ji 580 hezar sûriyan bo welatê xwe agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2019 12:32 Asia/Tehran
  •  Zêde ji nîv milyon awareyên sûrî vegeryane welatê xwe

Serokê navenda hevahengiyê ya Rûsiyê li meqera Hemîmîmê li rojava Sûriyê li daxûyaniyekê li bara vegeryana zêde ji 580 hezar sûriyan bo welatê xwe agahî da.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Elêksî Bakîn, serokê navenda hevahengiya Rûsiyê li meqera Hemîmîmê roja çarşemiyê li vê daxûyaniyê amara vegeryana  awareyên sûrî ji welatên biyanî bo welêt, 588 hezar û 380 kes raghand û diyar kir: Sercem milyonek û 300 hezar kes ji sûriyên ku  terka malên xwe dabûn û çûbûn devereke dina Sûriyê, vegeryan malên xwe.

 Elêksî Bakîn bal kişand ser dewama êrişên  komên neqanûnî yên çekdar ser navçên xelknişîn li parêzgehên Idlib û Lazqiyê, tevî raghandina agirbesê ji 2 Tebaxa û destnîşan kir: Bi tenê li 24 sietan, van komên çekdar 25 caran agirbes binpê kirin.

 Hêzên artêşa Sûriyê, duh bi operasyonekê li Rîfa başûrî ya Idlibê, 20 kes ji endamên terorîstî  kuştin.

 Bi serketina artêşa Sûriyê li işkesta terorîstan û damezrandina  ewlehiyê li vî welatî, awareyên sûrî li halê vegeryan abo welatê xwe ne.