Dewra nû ya muzakirên Astanê dê li Tirkiyê bê lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307246-dewra_nû_ya_muzakirên_astanê_dê_li_tirkiyê_bê_lidarxistin
Civîna rayedarên welatên garantorê muzakirên Astanê, meha tê bona muzakira ser qeyrna Sûriyê navbera sê welatên Îran,Tirkiye û Rûsiyê dê li Tirkiyê bê lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2019 11:58 Asia/Tehran
  • Dewra nû ya muzakirên Astanê dê li Tirkiyê bê lidarxistin

Civîna rayedarên welatên garantorê muzakirên Astanê, meha tê bona muzakira ser qeyrna Sûriyê navbera sê welatên Îran,Tirkiye û Rûsiyê dê li Tirkiyê bê lidarxistin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnik`ê, Berdevkê Koşka Kirimlînê Dîmîtrî Pêskov, li axiftinekê bal kişand ser pêvajoya muzakirên Astanê di navbera welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê bona çareserkirina qeyrana Sûriyê û diyar kir: Civîna rayedarên welatên garantorê muzakirên Astanê, meha tê bona muzakira ser qeyrana  Sûriyê, wê di navbera navbera sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê li Tirkiyê bê lidarxistin.

Li gorî gotina Berdevkê Kirimlînê, mîna dewrên berê di roja roja ewil a vê civînê dê mijarên teknîkî û muzakiên dualî û çendalî navbera koman de bên hilkolandinê û piştî van muzakiran roja din dê li pişt deriyên girtî civîna tam a muzakiran bê lidarxistin.