Hûrgilîyên nû derbarê lihevkirina Amerîka û Tirkîyê liser Navça Aram de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307236-hûrgilîyên_nû_derbarê_lihevkirina_amerîka_û_tirkîyê_liser_navça_aram_de
Amerîka Tirkiyê piştrast dike ku wê xeter li ser sînorê wê nemîne, û ji HSD`ê jî dixwaze berê xwe nede Tirkiyê belkî berê xwe bide şerê li dijî DAIŞ`ê. Herwiha hat idiakirin ku kûratîya Navça Aram li bakura Sûrîyê dê 5 kîlomtre be.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2019 06:00 Asia/Tehran
  • Hûrgilîyên nû derbarê lihevkirina Amerîka û Tirkîyê liser Navça Aram de

Amerîka Tirkiyê piştrast dike ku wê xeter li ser sînorê wê nemîne, û ji HSD`ê jî dixwaze berê xwe nede Tirkiyê belkî berê xwe bide şerê li dijî DAIŞ`ê. Herwiha hat idiakirin ku kûratîya Navça Aram li bakura Sûrîyê dê 5 kîlomtre be.

Ligorî rapora Kanala Rûdawê, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Waşîngton û Enqer derbarê  avakirina navendeke hevahengiyê ya hevbeş a Tirkiye û Amerîkayê li Tirkiyê de giheştine liyêkgiheştinê û Amerîka nîgeraniyên emnî yên Tirkiyê ciddî werdigire.

Ligorî agahîyên Kanala Rûdawê, Kûrahiya navçeya Aram dê ne li hemû cihan wek hev be, hêzên Tirkiyê bi tena xwe derbasê navçeya aram nabin belku ligel hêzên Amerîkî yê tevlî gerrên hevbeş bibin, navend û binkeyên cîgîr bo artêşa Tirkiyê li "navçeya aram" nayên dirustkirin, kar ji bo rêveberiyeke nû li rojhilatê Feratê bê kirin ku hemû pêkhate tê de beşdar bin û rola kesên ne Sûrî tê de tunebe, vegera koçberan ji Tirkiyê bo rojhilatê Feratê tenê ji bo xelkê herêmê be.

Her derbarê hevtêgihiştinên Amerîka û Tirkiyê têkildarî "navçeya aram" de, Rojnameya Washington Postê ji zarê berpirsekî  Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihandibû ku "plan ew e ku hêzên Amerîkî ligel hêzên Tirkîyeyî dewriyeyan bimeşînin da ku ewlehiyê li Navçeya Aram dabîn bikin, lê ev hûrgilî ne yên dawî ne."

Ajansa Nûçan a Mezopotamyayê jî idia kir ku kûratîya Navça Ewleh li bakura Sûrîyê dê 5 kîlomêtir be.

Ligorî nûçeya Ajansa Nûçan a Mezopotamyayê ku bi wajoya nûçegîhanê vê ajansê Nazim Daştan hatîye weşandinê, Herêma Ewleh li bakura Sûrîyê dirêjatîya 100 kîlomtran tûşka sînorê başûra Tirkîyê bi kûratîya 5 kîlomêtran digire ber xwe. Ew navça ji Girê Sipî destpê dibe heta Serê Kanîyê ku gund û zevîyên vê deverê digire ber xwe. HSD û YPG dê 5 kîlomêtran paşda vekişin û kontrola wê deverê yê radestî hêzên leşkerî yên xwecî ku dê bên damezirandinê were kirinê. Çekên giran jî yê 20 kîlomêtran bên dûrxistin.