Artêşa Sûrîyê bajarokê Kefer Eynê ji lepên têrorîstan azad kir
Hêzên Artêşa Sûrîyê bajaroka Kefer Eynê û girikên Til Asê li rojhilata bajarokê Al Hubeytê ji lepên têrorîstên li başûra parêzgeha Idlibê azad kirin.
Ligorî rapora Kanala Nûçan a Al Alamê, Hêzên Artêşa Sûrîyê bajaroka Kefer Eynê û girikên Til Asê li rojhilata bajarokê Al Hubeytê ji lepên têrorîstên li başûra parêzgeha Idlibê azad kirin. Bi vî awayî Artêşa Sûrîyê nêzîkî bajarokê Xanşêyxûnê bû û ligorî raporan morala têrorîstên li bajarokên Al Tamine, Mork, Letmîn û Kefer Zeytayê jî têk çûye.
Artêşa Sûrîyê herwiha çeperên têrorîstan li bajarokê Temaniê li rojavaya bajarokê Xanşêyxûnê die ber topan.
Hêzên Artêşa Sûrîyê hewil didin ji rojhilat û rojava ve ber bi şarê istiratêjîk ê Xanşêyxûnê va pêşde herin.
Hêzên Artêşa Sûrîyê roja Yekşemê jî devera Til Sukaykê û bajarokên Sukayk û Al Hubeytê tam xistin bin kontrola xwe.