HSD: Di rêkevtina Amerîka û Tirkiyê da ne zelaliyek heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307209-hsd_di_rêkevtina_amerîka_û_tirkiyê_da_ne_zelaliyek_heye
Berpirsa Civata Sûriya Demokrat Besam Îshaq dibêje, di rêkevtina di navbera Amerîka û Tirkiyê ya li ser herêma aram da ne zelaliyek heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 13, 2019 06:26 Asia/Tehran
  • HSD: Di rêkevtina Amerîka û Tirkiyê da ne zelaliyek heye

Berpirsa Civata Sûriya Demokrat Besam Îshaq dibêje, di rêkevtina di navbera Amerîka û Tirkiyê ya li ser herêma aram da ne zelaliyek heye.

Endamê Desteya Serokatîya Civata Surya Demokrat, Besam Îshaq ji kanaleke erebî re ragehandiye ku zanîyariyên wan li ser rêkeftina Tirkiyê û Amerîkayê derbarê herêma aram li bakurê Suriyê ne temam in û hêj hinek ne zelalî di wê rêkevtinê de hene.

Li gor îdaya wî, ew rêkevtin gaveke baş bû, ji bo dûrxistina deverê ji şereke nû û derfeteke jî bo destipêkirina gotûbêjên sîyasî.

Herweha Besam Îshaq aşkere kiriye li gor wê rêkeftin wê gerên hevpişk di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, dê mîna gerên wan bin yên li Minbicê encam didin û tenê hêzên Tirkiyê li wê deverê nabin.

Amerîka û Tirkiyê beriya bi hefteyekê îdia kiribûn ku wan bo avakirina herêmeka ewle li bakura Sûriyê li hevkirine û wê koridora aştiyê jî di herêmê da vekin.