Kuştina waliyê xwekivşkirî yê DAIŞ`ê li Idliba Sûriyê
Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê li bara kuştina waliyê xwebinavkirî yê koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Idlibê agahî da.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya malpera Someiye News`ê, Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê li vê daxûyaniyê destnîşan kir: Du kes ji fermandarên koma terorîstî ya DAIŞ`ê ku yek ji wan waliyê Idlibê bû li encama pevçûna bi hêzên ewlehiyê yên Sûriyê hatin kuştin.
Li gorî vê raporê, ev du serkirdeyên koma terorîstî ya DAIŞ`ê dema operasyona çûyîna nav malekê li derdora bajarê Selqînê li sînorê Sûriyê û Tirkiyê li rojava Idlibê hatin kuştin.
Di eynî demê de, sê serkirdeyên koma terorîstî ya Cêyş Ehrarê jî duh li encama pevçûna bi artêşa Sûriyê li başûrê Idlibê hatin kuştin.
Li gor nûçeyeke din Elî Eyûb wezîrê berevaniyê yê Sûriyê duh ser fermana Beşar Esed serokkomarê vî welatî seredana bajarokê stratejîk ê El-Hebîtê li derdora bakurê Sûriyê kir.
Artêşa Sûriyê vê dawiyê piştî pevçûnên giran bi terorîstan re li bakurê parêzgeha Hemahê û başûrê parêzgeha Idlibê, navça Tel Sekîkê, bajarokê Sekîkê û bajarokê El-Hebîtê tam xist bin kontrola xwe.
Parêzgeha Idlibê, dawîn meqera terorîstan li Sûriyê ye.