Dewama piştgiriya Emerîkayê ji komên çekdar ên kurd li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307150-dewama_piştgiriya_emerîkayê_ji_komên_çekdar_ên_kurd_li_sûriyê
Emerîkayê bi şandina trimbêlên hilgirê alîkariyên eskerî bo Sûriyê piştgiryê dide komên çekdar ên kurd li vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 11, 2019 11:48 Asia/Tehran
  • Dewama piştgiriya Emerîkayê ji komên çekdar ên kurd li Sûriyê

Emerîkayê bi şandina trimbêlên hilgirê alîkariyên eskerî bo Sûriyê piştgiryê dide komên çekdar ên kurd li vî welatî.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB News`ê, û ji zarê Anadolu News`ê, 70 trimbêlên emerîkî ji wan trimbêlên zirixî û kelûmelên kulandin û hefariyê şeva derbasbûyî derbasî navçên di bin kontrola YPG( Yekînên parastina Gel) û PKK li rojhilata Sûriyê bûn.

 Şandina alîkariyên eskerî yên Emerîkayê bo kurdên Sûriyê li halekê cih tê ku li çend rojên derbasbûyî rayedarên Enqerê ser cihanîna bi zûtirkê ya operasyona eskerî li rojhilata Firatê bona pêkanîna navça ewleh teqez kirine.

 Rayedarên Tirkiyê bi caran bal kişandin  ser vê yekê ku  piştgiriya çek û sîlehî ya Emerîkayê ji Yekînên Çekdar ên  kurd li bakurê Sûriyê mîna piştgiriya ji terorîzmê ye û nerazîbûna xwe li hember vê kiryara Waşengtonê nîşan dane.