Jeffrey: Em rê nadin êrîş liser HSD`ê bê kirin
Nunerê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê Di Karên Sûrîyê de James Jeffrey amajeyî dewama hebûna DAIŞ`ê li navçê kir û got: Em pêbendê sozên xwe yên girtina pêşîya her êrişa ihtimalî ser HSD`ê û girtina pêşîya zîyana li hêzên hevpeymanê xwe ne.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Haber7`ê, Nunerê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê Di Karên Sûrîyê de James Jeffrey herwiha got: ``DAIŞ hela jî li Iraq, Sûrîye û Afrîqayê opêrasyonan lidar dixe. HSD`ê di halê têkoşîna dijî DAIŞ`ê da ne. Em pêbendê sozên xwe ne ku nehêlin êrişî HSD`ê were kirin û zîyan li wan hêzana bikeve ku digel me têdikoşin. Serokomarê Amerîkayê jî bi aşkirayî pêgirî ser vê meseleyê kirîye. Ev rewşa dilgiranîyên me derbarê Tirkîyê da jî digire ber xwe.``
Wî derbarê ``navça ewleh`` li bakura Sûrîyê û lihevkirin an lihevnekirina digel Tirkîyê di vî warî de jî got: Muzakire didomin û hela encameke zelal ji wan derneketîye. Li alîyekî HSD`ê bicîgeha xwe ya girîng û li alîyekî jî Tirkîye û hevpeymanê me yê di NATO`yê de heye. Li alîyekî jî dilgiranîyên derbarê PKK`ê da. Têrora Dîplomatê Trik li Hewlêrê û êrişa dijî Tirkîyê gellekî dilgiranker e. Em hewil didin hevsengîyê di dilgiranîyên xwe da pêk bînin.
Nunerê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê Di Karên Sûrîyê de James Jeffreyherwiha got: Helwestên Wezîrê Berevanîya Tirkîyê derbarê navça ewleh da tund in. Tirkîye navçeyeke kûrtir ji tişta bi dilê me dixwaze. Em dibêjin divê çekên giran ji navça ewleh bên derxistinê û ew navça kûratîya 5 heta 14 kîlomêtran bigire ber xwe. Di vî warî de hin lihevnekirin hene û ew babet pêşîya lihevkirina jibo damezirandina herêma ewleh digirin lê peywendîyên dîplomatîk û leşkerî didomin.