Sûrîye: Jibo agirbesa li Idlibê mercên me hene
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku dewleta vî welatî jibo agirbesa li Idlibê merc hene.
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku dewleta Sûrîyê hazir e bi mercê cihhatina Rêketinama Soçîyê ku vekişîna têrorîstan ji navça kêmkirina gêreyê bi dirêjatîya 20 kîlomêtran digire ber xwe, agirbesê li Idlibê ragihîne.
Ligorî raporan, divê têrorîst 20 km ji xeta navça kêmkirina gêreyê ya Idlibê vekişin û çekên nîvgiran û giran ji vê herêmê derxin.
Şayanî gotinê ye ku alîyên pişkdarê dewra 13`an a Muzakirên Astanê duh êvarê li Paytexta Qazaqistan şarê Nûrsiltanê derbarê pêkanîna agirbesa li Idlibê de lihev kirin.
Wezareta Karên Derve ya Kazaqistanê duh di daxûyanîyekê da ragihand ku gera 13`an a Muzakirên Astanayê di derbarê rewşa Suriyê de, bi amadebûna nûnerên hikumeta Suriyê, Opozisyona wê, û desteyên welatên beşdar, destpê bû.
Di dewra 13`an a Muzakirên Astanê de, alûgurên herîdawîyê yên Sûrîyê nemaze rewşa Idlibê, pêngavên bê jibo qahîmkirina pêbawerîyê di navbera alîyên gêreyê de û pêşdebirina demajoya sîyasî ya Sûrîyê ji wan meseleyên têkildarî pêkanîna û destbikarbûna Komîteya Destûra Bingehîn a vî welatî dê bên hilkolandin.