NY li bara dewama êrişên terorîstan li Sûriyê hişyarî da
Rêxistina Neteweyên Yeklbûyî hişyarî da ku koma terorîst a bereya El-Nusre êrişa ser xelkê Sûriyê didomîne.
Li gorî rapora IRNA`yê, Mark Lolak, alîkarê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên mirovheziyê roja sêşemiyê li civîna konseya Ewlehiyê ser mijara hilkolandina rewşa însanî li Sûriyê,dilgiraniya xwe li bara kuştina xelkê sivîl li encama êrişên komên terorîstî ji wan bereya El-Nusre li vî welatî da diyarkirin
Lokak di dewamê de got: Herîkêm 450 kesên sivîl ji ber gullebarana ji aliyê koma terorîstî ya taxima Tehrîr Şamê û komên terorîstî yên din ji dawîya Nîsanê hatine kuştin.
Alîkarê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yelbûyî got:Bi sedan kesên din birîndar bûne û zêde ji 440 hezar kes jî aware bûne.
Lokak bal kişand ser nameya dewleta Sûriyê ku têde hatiye 119 nexweşxane li Idlibê li bakurê rojava vî welatî hene ku kertine bin kontrola terorîstan û êdî wek nexweşxane nayên xebitandin loma nikarin wan nexweşxane, navendên dermankirinê an heta weke mijarên neeskerî bizanin.