Artêşa Sûrîyê 2 gund li bakura rojavaya Hemayê azad kirin
Tîrmeh 30, 2019 11:46 Asia/Tehran
Hêzên Artêşa Sûrîyê di encama opêrasyonekê li bakura rojavaya Parêzgeha Hemayê li rojavaya wî welatî da, 2 gund ji lepên têrorîstan azad kirin
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hikûmeta Sûrîyê (SANA), Artêşa Sûrîyê di encama opêrasyonekê li bakura rojavaya Parêzgeha Hemayê li rojavaya wî welatî da, 2 gundên Til Milh û Cebînê ji lepên têrorîstan azad kirin û hejmarek têrorîst jî hatin kuştinê û birîndar bûn.
Hêzên Artêşa Sûrîyê di encama wê opêrasyonê de meqera fermandetî û alavên cengê yên têrorîstan ji nav birin.
Artêşa Sûrîyê duh jî, çeperên têrorîstan li bajarokê Keferzîtayê li derdora bakura rojavaya Hemayê dan ber topan ku di encamê de derbên giran li têrorîstan ketin.