YPGê li Efrînê êrîş pêk anî: 6 çekdar hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306776-ypgê_li_efrînê_êrîş_pêk_anî_6_çekdar_hatine_kuştin
Li herêma Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê ku niha di bin kontrola grûpên terorîst ên ser bi Tirkiyê de ye, Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) ya ser bi YPGê ve êrîşek pêk anî û di encamê de 6 çekdar (terorîst) hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2019 07:40 Asia/Tehran
  • YPGê li Efrînê êrîş pêk anî: 6 çekdar hatine kuştin

Li herêma Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê ku niha di bin kontrola grûpên terorîst ên ser bi Tirkiyê de ye, Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) ya ser bi YPGê ve êrîşek pêk anî û di encamê de 6 çekdar (terorîst) hatin kuştin.

Hêzên Rizgarkirina Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan li dijî çekdarên opozisyona Sûriyê (terorîstên ser bi Tirkiyê), li Efrînê û derdora wê, êrîşek pêk anîne.

Di daxuyaniya xwe de, Hêzên Rizgarkirina Efrînê eşkere kiriye, ku li derdora bajarê Marih, hêzên wan êrîşî xalên Cebhe el Şamiyê û Ehrar el Şam kirine.

Li gor heman daxuyaniyê, di encama wê êrîşê de, 6 çekdarên ser bi wan grûpên çekdar ve hatine kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûne.

HREyê herwiha daye xuyakirin, ku hêzên wan roja 26ê Tîrmehê jî di êrîşekê de Fermandarê Grûpa Feyleq el Şamê yê bi navê Ebû Hemze kuştine.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve, YPGê ragihandibû, ku şerê wan li dijî hêzên Tirkiyê û grûpên terorîst ên ser bi vî welatî dê berdewam be û tekez kiribû, ew dê dest bi qonaxekî nû yê şer li dijî wan hêzan bikin.

Piştre her di çaçroveya wê qonaxa nû ya şer de, YPGê hêzek bi navê Hêzên Rizgarkirina Efrînê pêk anî ku li herêmê êrîş û çalakiyên partîzanî pêk tîne.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve ji alityê grûpên terorîst ser bi Tirkiyê û artêşa vî welatî de dagîr bûye.