Aşûrîyên bakura Sûrîyê ji ber gefên Tirkîyê hawara xwe birin sazîyên cîhanî
Aşûrî û Suryanîyên bakura Sûrîyê ji ber gefên Tirkîyê bi nameyan hawara xwe birin sazîyên cîhanî yên berpirs di karên mirovdostîyê de.
Çavkanîyekî Aşûrî-Suryanî li bakura Sûrîyê ser bi HSD`ê di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê de amajeyî nameya Civata Leşkerî ya Aşûrîyan a ser bi HSD`ê kir û ragihand: Tirkîyê dil heye careka dî êrişî bakur û rojhilata Sûrîyê bike û navçeya ewleh bi beratîya 32 kîlomêtran damezirîne. Ew herêma ewleh di dewama wan zorbêjî û êrişên aşkira û kuştinan de ye ku Artêşa Tirkîyê berî nika li Efrîn û Babê kirin.
Wî di dewamê de got: Tirkîyê dil heye bi êriş û dagirkirina axa Sûrîyê bi heceta vegerandina penaxwazên sûrî ji wî welatî, komên têrorîst û çekdar ên ser bi Enqerê li wan navçana bi cih bike ku ew dever yê di demeke dirêj de veguherin navendekê jibo têrorîstan.
Wî endamê Civata Leşkerî-Sîyasî ya Aşûrîyan ser HSD`ê ragihand: Erdogan çend rojan berî niha ragihand ku guh nade muzakire û navbeynkarîya amerîkîyan û dê êrişî bakura Sûrîyê bike. Di rastîyê de xetera êrişê heye û Erdogîn tu bawerîyek li aştîyê tineye.
Wî herwiha got: Civata Leşkerî ya Aşûrî-Suryanîyan nameyek jibo Sazîya Cîhanî ya Dijî Tundrêtîyê ya Klaryonê şandîye ku tê da pêgirî hatîye kirin ku me mil bi milê xwûşk û birayên xwe yên Kurd di refên HSD`ê da dijî DAIŞ`ê şer kirîye û bi Hevalbendîya Kurd-Ereb-Mesîhî re dawî li xilafeta DAIŞ`ê anîye. Niha Tirkîyê dil heye ku êrişî hevkarên me bike. Ji ber wê jî jîyana 100 hezar Mesîhîyan û canê bi sedan hêzên hevalbendîya amerîkî-ingilîsî-fransî li ber xeterê ye û em daxwaz dikin ku pêşîya vî karê dijî mirovantîyê yê Tirkîyê ku dibe sedema jinavçûna ewlehîyê li herêma me, were girtinê.