Artêşa Sûrîyê êrişî çeperên têrorîstan li derdora Laziqîyê kir
Tîrmeh 28, 2019 15:13 Asia/Tehran
Hêzên Artêşa Sûrîyê di encama êrişa ser çeperên têrorîstan li derdora Laziqîyê de, hejmarek têrorîst kuştin û birîndar kirin.
Ligorî rapora Al Naşrê, hevgavê êrişên hêzên Artêşa Sûrîyê ser çeperên têrorîstan li girikên Kebîne û Xizirê li derdora bakura Laziqîyê, Hêzên Hewayî yên Artêşa Sûrîyê jî ew çeperana dan ber bombeyan.
Ji hêla din ve, di encama teqîna bombeke mayî ji têrorîstan li derdora rojhilata parêzgeha Suweydayê li başûra Sûrîyê de, çend hêzên Artêşa Sûrîyê birîndar bûn.
Ligorî raporan, koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsîya êrişa duh a xwekujîyê ya ser hêzên Artêşa Sûrîyê li derdora Derayê li başûra vî welatî ku di ncamê de 6 serbazên sûrî hatin kuştinê, da ustîyê xwe.