Berpirsekî Kurd ê sûrî: Tirkîyê dil heye bakura Sûrîye û Iraqê dagir bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306726-berpirsekî_kurd_ê_sûrî_tirkîyê_dil_heye_bakura_sûrîye_û_iraqê_dagir_bike
Yek ji berpirsên Kurd ên sûrî got: Gefa Tirkîyê dijî bakura Sûrîyê ciddî ye û hikûmeta Tirkîyê dil heye ku bakura Sûrîye û Iraqê dagir bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2019 14:48 Asia/Tehran
  • Berpirsekî Kurd ê sûrî: Tirkîyê dil heye bakura Sûrîye û Iraqê dagir bike

Yek ji berpirsên Kurd ên sûrî got: Gefa Tirkîyê dijî bakura Sûrîyê ciddî ye û hikûmeta Tirkîyê dil heye ku bakura Sûrîye û Iraqê dagir bike.

Berdevkê Dayra Karûbarên Bakur û Rojhilata Sûrîyê, Loqman Ehmê got: Tirkîye jibo vejîyandina mîrasa impiratorîya Osmanî hewil dide û di vê çarçovê de planeke demdirêj dişopîne. Wî herwiha got: Gefên Tirkîyê ciddî ne û ew xetera heye ku Artêşa Tirkîyê di her kêlîyekê de êrişî bakura Sûrêyl bike.

Wî berpirsê Kurd ê sûrî li herêma Cizîrê herwiha got: Tirkîye bi awayî giran ji proja me ya dêmokiratîk ditirse û wê projeyê wekî xeterekê jibo xwe dizane û dîyar kir: Tirkîye û Erdogan bi dû vejîyandina proja Mîsaqa Millî ne û dil hene bakura Sûrîye û Iraqê dagir bike.

Loqman Ehmê bi gotina wê yekê ku bi dagirkirina bakura Sûrîyê ji hêla Tirkîyê ve, dê Ûrsêt zîyanê bibîne, dîyar kir: Niha hêzên hevalbendî û NATO`yê li bakur û rojhilata Sûrîyê ne û heke Tirkîye bakura Sûrîyê dagir bike, ew herêma dê tam bikeve bin kontrola NATO`yê de û berdêla wê yekê jibo Ûrsêtê jî giran e.

Ji hêla din ve Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê, Dewlet Baxçelî got ku divê agir berdin rojhilata Firatê.

Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê, Dewlet Baxçelî amajeyî alûgurên vê dawîyê bi mêhwerîyeta rojhilata Firatê û damezirandina navça navbirr a ewlehîyê li vê herêmê kir û got: ``Divê agir berdin rojhilata Firatê. Em divê hemî davên pêşberî xwe bi imkanên netewî ji holê rakin. Navça ewleh divê li rojhilata Firatê bi kûratîya 30 kîlomêtran zûka were damezirandin.``

Ev gotinên destwerdanê yên şirîkê Erdogîn ê hikûmeta Tirkîyê derbarê Sûrîyê de di halekî da ne ku dewleta Sûrîyê bi awayekî teqil dijî plana hevpar a Tirkîye û Amerîkayê li pişkeke bakura rojhilata Sûrîyê derketîye.